Li Bangladeşê ku welatekî xizan ê li Başûrê Asyayê ye, ferîboteke sê qatî ya bi navê Obhîjanê li nêzî bajarê Jhalokathî ku bi 250 kîlometreyî li başûrê paytext Dakkayê ye, serê sibehê şewitî.
Li gorî agahiyên ku polîsên xwecihî ragihand, herî kêm 37 cenaze ji keştiyê hatin derxistin. hate ragihandin ku gelek ji kesên jiyana xwe ji dest dane şewitîne, hin ji wan jî xeniqîne. Tê gotin bîlanço wê sibe bê eşkerekirin.
Hate ragihandin ku 100 birîndar jî rakirin nexweşxaneyê. Li gorî hin rêwiyan, di keştiyê de ji 500 heta 700 kesî hebû. Keştî bi temamî şewitî.
Bûyerên şewatê li Bangladeşê gelek caran rû didin. Meha Tîrmehê li bajarê Rupgajê febrîqeyeke xurekê şewitî bû û 52 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.
Sibata 2019’an jî di şewata depoyeke kîmyewî de 70 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.