Dewleta Tirk a ku berê bi hezaran penaberan da sînorê Yewnanistanê û qedexeya hikumeta Yewnan a li ser derbasbûna koçberan, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermezarkirin.

Tevî rêxistinên koçberan her wiha komên ciwanên alternatîf ên Swîsreyê û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Çalakî êvarê saet di 19’an de li Claraplatzê bi tevlîbûna 200 kesî pêk hat.

Çalakgeran li dijî pêkanînên dewletên Tirk Yewnan ên li dijî penaberan dirûşm hatin qîrîn.

Li gel astengiya polîsan jî çalakger bi biryardarî meşiyan.

Her wiha belavok hatin xwedin û ji bo piştgiriya bi penaberan re bang hate kirin.