Ji şevê din heta îro vê sibehê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li hemû eniyên Baxozê rû didin. Çeteyan ku hewl dan bi êrîşên xwekujiyê pêşveçûyîna şervanan asteng bikin, lê negihîştin armancên xwe.
DÊRAZOR
Nûçegihanên me ku Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, ragihandin ku ji şevê din saet 18:00 heta saet 22:00 şerên pir dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Nûçegihanên dane zanîn ku şer heta vê sibê dewam kir û gelek çete hatin kuştin.
Nûçegihanên me anîn ziman ku şervanên QSD`ê depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê teqandin û ji duh ve agir û dûman ji nava gund radibe.
Nûçegihanên me teqez kirin ku 2 çeteyan hewl dan xwe di nava noqteyên şervanan de biteqînin, lê negihîştin armancên xwe û her du çete hatin kuştin.
Nûçegihanên ajansa me, diyar kirin ku şervanan dorpêça li ser çeteyan di gundê Baxozê de teng kirin. Her wiha nûçegihanên me destnîşan kirin ku ji ber çandina mayînan a zêde, şervanên QSD`ê bi baldarî bi pêşve diçin.
(kc)
ANHA