Hêzên taybet ên QSD‘ê di çend rojên dawîn de bi hezaran sivîl û hin malbatên çeteyan ji gundê Baxozê derxistin. Gelo niha yên li Baxozê mane, kî ne û çi dixwazin?
DIYAR EHMO – HOGIR NECAR / DÊRAZOR
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka hêzên Koalîsyona Navdewletî qonaxa dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ji bo rizgarkirina baregeha dawîn a gundê Baxozê ku di destê çeteyên DAIŞ‘ê de maye, dabû destpêkirin. Gundê Baxozê ji bo çeteyên DAIŞ‘ê xwedî stratejiyeke girîng e ku li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ye, her wiha wekî nuqteya derbaskirina desteka leşkerî û lojîstîk ji bo çeteyan dihat dîtin.
Şervanên QSD`ê di rojên destpêkê de piraniya gund rizgar kirin, anku ji sedî 90 ji firehiya gundê Baxozê li qiraxa çemê Firatê rizgar kir. Her wiha bi hezaran sivîl ji deverên di bin serweriya DAIŞ‘ê rizgar kirin, di nav de malbatên çeteyan jî hebûn, li aliyekî din jî hin çeteyan xwe radestî şervanan kir.
Bi pêşketinên şervanan re, çeteyên DAIŞ‘ê asê mane. Piraniya çeteyên ku asê mane jî ji fermandarên rêza yekemîn û damezirînerên DAIŞ‘ê ne.
Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat di civîneke çapemeniyê de ku li zeviyên petrolê yên Umer ê bejahiya Dêrazorê hatibû lidarxistin, ragihandibû ku çete ji aliyê şervanên wan ve ji sê aliyan ve di firehiyekê de ji 600 heta 700 metreçargoşe hatin dorpêçkirin û wiha got: “DAIŞ ketiye û dewleta xîlafetê têk çûye.”
Çeteyên asê ji bo xwe ji derbeyên şervanên QSD‘ê biparêzin, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û li her devera gund mayinan bi cih dikin, her wiha tunelan dikolin û êrîşên xwekujî dikin.
Tevî hemû astengiyan hêzên QSD‘ê erka xwe ya rizgarkirina sivîlan didomîne. Di vê çarçoveyê de hêzên taybet derbasî gund bûn da ku ku sivîlan rizgar bikin. Hêzên taybet dikaribûn zêdetirî 5 hezar sivîl û malbatên çeteyan ji cihê şer derxin deverên ewle.
Sivîlên ku hatine rizgarkirin, diyar kir hejmareke mezin a çeteyan ên ku xwe radestî QSD‘ê nekirin ji fermandarên rêza yekemîn û damezirînerên DAIŞ ne û ji nasnameyên fransî, ozbekî, misrî, siûdî, rûsî, brîtanî û hin welatên din in.
Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê Mustefa Balî destnîşan kir ku ew bi rêya hin çavkaniyên wan ên taybet û sivîlên hatine rizgarkirin çeteyên ku qebûl nakin derkevin ji nasnameyên iraqî, hin dewletên Ewropayê û Rûsyayê ne û sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.
Balî anî ziman ku wan hîn teqez nekiriye ku çeteyên mane yên mezin in, lê gihîştin wê yekê ku biryar ne ji gundê Baxozê tê dayîn, biryar ji derveyî Sûriyê tê dayîn.
Hêzên taybet ên QSD‘ê hejmareke mezin a çeteyan girt ku xwe di nava sivîlên rizgarkirî de veşartibû. Her wiha hate diyarkirin ku hin serçete li gund mane, birîndar bûne, nema dikarin şer bikin û hewl didin di nava sivîlan de birevin.
Hin sivîlên hatine rizgarkirin, destnîşan kir ku çeteyên li gundê Baxozê mane û naxwazin derkevin, hîna bi dewleta xîlafetê û vegerandina herêmên ji dest wan derketine, difikirin.
ANHA