Li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê, ji doh êvarê û vir ve di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.
Di çarçoveya operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li bajarokê Baxoz ê Dêra Zorê ji doh bi şev û vir ve şerekî giran diqewime.
Herî dawî cebilxaneya çeteyan hate teqandin. Li gorî fermandarên QSD’ê yên operasyonê bi rê ve dibin, di vî şerî de bi dehan çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Şer heta vê kêliyê jî dewam dike.