Li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek çêbû. Hate ragihandin ku 5 kes ji ber teqînê mirine.
Li gorî agahiyan teqîn li bejahiya taxa Şawişa ya navçeya Pasûrê rû da.
Di dema derbasbûna wesayitekê teqîn çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Cenaze rakirin Amedê. Li ser nasnameyên wan agahî nehatin bidestxistin.
Têkildarî cûreyê teqemeniyê jî agahî nehate wergirtin.