Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Lînas Lînkevîcîûs ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) bi daxuyaniyekê ji bo Svetlana Tîkhanovskaya got, “Ew gihîşt Lîtvanyayê û ewle ye.”
Svetlana Tîkhanovskaya êvara Duşemê piştî ku sê saetan li Komîsyona Hilbijartinê ya jinûve jimartina dengan, nedihat zanîn ku li ku ye.
Lîtvanya ku endamê Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê ye, bi giranî mafê penaberiyê dide muxalîfên ji Belarûsê û Rûsyayê.
Tîkhanovskaya ku hevrika bingehîn a hilbijartinên Lûkaşenko bû, li gorî encamên fermî 10 ji sedî yê dengan wergirtibû. Lûkaşenko jî 80.08 ji sedî yê dengan wergirtibû.
Piştî ku Alexandr Lûkaşenko cara şeşemîn ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin, li welêt çalakiyên protestoyî dest pê kirin û dewam dikin.