Doza keça Kurd a 2 salî Mawda vê Duşemê dest pê dike, ku di sala 2018’an de li Belçîkayê ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Rûniştina dozê wê li dadgeha ceza ya Haînaût a li herêma Monsê pêk were.

Di 17’ê Gulana 2018’an de, wesayitek ku koçber tê de bûn û ber bi Îngilistanê ve diçû hate şopandin û di dema şopandinê de polîsan fîşek berdan serê keça Kurd Mawda û ew qetil kirin.

Edaleta Belçîkayê piştî du salan di Tîrmeha 2019’an de biryara xwe dabû. Biryar hatibû dayin ku polîsê bû sedema mirina Mawda bi sûcdariya ‘kuştina nezanebûn’ li pêşberî dadgeheke ceza bê darizandin.

Di dozê de bi giştî 3 kes tên darizandin. Ajokarê qemyona ku penaber tê de bûn, bazirganê mirovan ê ku penaber derbas kir û polîsê ku keça Kurd kuşt.

Malbat û parêzerên malbata Mawda, komeleya “#Justice4Mawda” (Edalet ji bo Mawda) dixwazin ku bersûc ji sûcê ‘kuştina bi zanebûn’ bên darizandin.

Parêzera malbatê Salma Benkhelîfa got, “Dema ku berê çekê bide qemyoneke ku diçe, fîşekê biajo ber çekê û piştre jî biteqîne, zehmet e ku mirov bêje ku ev bêzanebûn hatiye kirin.”

Li gorî medya Belçîkayê, Benkhelîfa got, “Polîtîkaya koçberiyê ya Belçîka bi temamî berpirsyar e.”

Parêzer diyar kir ku wê nêzîkatiya polîs a bû sedema rewşê di dema dozê de binirxînin, lê belê divê pirsgirêk bi rengekî berfireh li parlamentê yan jî qadên cuda jî bê nirxandin.

Benkhelîfa got, “Ev polîs ne yekane kes e ku ji ber vê rewşê divê bersivê bide.”

Derhênerê navdar ê Îngiliz Ken Loach û solîstê koma Pînk Floyd, basgîtarîstê Îngiliz muzîsyen û bestekar George Roger Waters jî di nav de gelek kesayetên naskirî ji bo Mawda banga edaletê kirin.

Her wiha ji sibeha Duşemê û pê ve wê li bajarên Anvers, Gent, Bruksel, Malînes, Brûgges û gelek bajarên Belçîkayê li pêşiya Qesrên Edaletê kinc bên daliqandin û mirovên ku dixwazin wê karibin kincên zarokên xwe daliqînin û bi vî rengî peyama piştgiriyê bidin malbata Mawda.