Bi banga sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB greva giştî hat lidarxistin. Sendîkayan xwestin hêza kirînê bê zêdekirin û zêdebûna bihaya enerjiyê protesto kirin.
Li Brukselê ya ku paytext e di saet 10.00’an de bi hezaran kes ji bo van daxwazan li hev civiyan. Çalakvan di saet 11:00’an de li Gar edu Nordê dest bi çalakiyê kirin. Serokên her sê sendîkeyan jî tevlî çalakiyê bûn.
Kolanên Brukselê bi alên sor, kesk û şîn ên sendîkayan hatin xemilandin û her wiha gazên rengîn hate bikaranîn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeya “Ne mûçe, lê divê bihabûn were betalkirin” hate berzkirin.
Grevê bandor li otobus, metro û travmayan jî kir. Li hin deveran beşdariya grevê bû ji sedî 60, hin xetên veguhestinê jî bi tevahî hatin rawestandin.
Ji ber çalakî û greva sendîkayan sedî 60 seferên balefiran ên li Balafirgeha Brûkselê hate betalkirin.