Li Belçîkayê jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn.Li bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê jinên Kurd, ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin navê hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ de çalakî pêk anîn.
Jinan li navenda bajêr pankart hildan. Di heman demê de sînevîzyon jî nîşan dan.
Her wiha li ser rêya Merksem û li Groenplaatsê jî pankart hatin daliqandin.
Li Belçîkayê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî hate lidarxistin
