Bi armanca balkişandina ser çalakiyên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina bêdengiya televîzyona BBC’yê, li ber navenda wê çalakî hate lidarxistin. 

Li ber navenda televîzyona BBC’yê ya li paytexta Îngilistan Londonê yê, ji bo balê bikişin ser tecrîdkirina Ocalan û piştgirî bidin berxwedana grevên birçîbûnan, komekê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterê hevsroka KCD’ê Leyla Guven ku 140 roj in di greva birçîbûnê de ye, hatin vekirin.

Di axaftinên de, bêdengiya televîzyona BBC’yê ya li hemberî berxwedanan jî hate şermezarkirin û banga bihistiyariyê li raya giştî ya Ewropayê hate kirin. 

Piştî çalakiyê ku du saetan dewam kir çalakvan, ber bi Îstasyona Oxford Circusê ve meşiyan. Çalakvanên ku çerxerêya Oxford Circusê ji trafîkê re girtî, li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn.