Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, di navbera 15-22’ê Hezîranê de di bin navê ‘Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê Kevana Zêrîn bi endamên Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) li qada Mariannenplatzê di çarçoveya ‘Rojên diyaloga bi rêber Apo re li dijî tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê performansek pêşkêş kirin.

Jinên Kurd û enternasyonal li ber strana ‘Amara’ performansa xwe nîşan dan û strana ‘Navê we’ ya Awazê Çiya gotin.

Piştî performansê kaxizên biçûk ên li ser paradîgmaya Rêber Apo hatin nîşandan.