Bi sedema ku dozgerê lêpirsîna teqîna li lengergehê ya di 4’ê Tebaxa 2020’an de didomîne, ne ‘serbixwe ye’ çalakî hate kirin. Hîzbûllah ji bo derbarê dozger zextan bike, bang kir. Hêzên Lubnanê jî li hemberî wan çalakiyek kir.

Li gorî medyaya Lubnanê li ser rêya di navbera taxên Misilman û Xirîstiyanan de, kesên çekdar hatin bicihkirin.

Artêşa Lubnanê bi tankan tevdîr stend û ji sivîlan xwestin ku biçin cihên ewle.

Dema alozî zêde bû, dengê çekan hat. Ji gelek aliyan ve gule hatin reşandin. Di dema bûyerê de roket jî hatin avêtin û dengê teqînan hat. Dîmenên şer li ser medyaya dîjîtal hate belavkirin û di dîmenan de tê dîtin ku kesên rûyê xwe pêçandine, guleyan direşînin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneya El Sahel a li başûrê Bêrûdê 6 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûne.

Li Lubnanê krîzeke giran a aboriyê û siyasî heye. Serokwezîr Nakîb Mîkatî banga aramiyê kir.

Di 4’ê Tebaxa 2020’an de depoya amonyûm nîtratê teqiyabû. Di teqînê de herî kêm 21 kes miribûn, 6500 kes jî birîndar bûbûn, gelek tax jî hilweşiyabûn. Rayedar lêpirsîna navneteweyî qebûl nakin. Malbat û rêxistinên civaka sivîl jî diyar dikin ku rayedar lêpirsînê sabote dikin.