Bera Beyatî ku yekane jine li kolana Mutenebî ya Bexda pirtûkan difiroşe, eşkere kir ku destpêkê şert dikirin ku wê nekare karê xwe berdewam bike û got; “Min îspat kir ku jin dikare hemû karan bike. Şeş sale ez vî karî dikim.”]
Bera Beyatî kolêja endezyarî temam kiriye û niha li paytexta Iraqê Bexdayê 6 sal in karê firotina pirtûkan dike. Bane Beyatî ji Rojnews’ê re qala karê ku dike kir. Li gorî wê ji bo hemû karekê ji bo jinan astengî tên çêkirin û got ku divê di seri de jin xwe îspat bikin û biisrar bin.
Bera Beyatî di serî de li pirtûkxaneyekê bi xwebexş dest bi kar dike, lê niha ew bi xwe xwedî pirûtxaneyekê ye û ew bi xwe bi rê ve dibe.
Bera Beyatî her çiqas kolêja endezyarî temam kirîbe, lê ji ber hezkirina wê ya ji pirtûkan re tevî dîlpomeya wê ya endezyariyê heye jî, 6 sale pirtûkan difiroşe.
Bera Beyatî qala astengiyên li pêşiya jinan kir û got; “Di serî de gelek li dijî min der diketin. Lê, niha gelek têne kolana Mutenebî ji bo ku min nas bikin. “

Ew jina ciwan dema ku diçe li kolana Mutenebî ku taybet a pirtûkfiroşane, jêre gotine weke jinekê nikare li wir timî pirtûkan bifiroşe, ji ber ku hemû pirtûkfiroş zilamin. Bera li ser vê mijarê wiha destnîşan kir; “Şert li ser vê yekê dikirin ku ezê bişkêm, lê min îspat kir ku jin ji dikarin hemû karan bikin û 6 sale vî karî berdewam dikim.”
Bera Beyatî bêyî ku guh bide astengiyan karê xwe berdewam dike. Bera Beyatî diyar kir ku li Iraqê yekane jine ku pirtûkan difiroşe û got; “Ji bo jinan ti karek nîne ku ji bo wan astengî neyê çêkirin. Lê, tişta girîng ewe ku li ser karên xwe berdewam bikin û xwe bihêz bikin. Ji bo ku li hemberî beramberê xwe îspatî bikî ku tu heyî.”
