Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, sê roketên katyûşa li taxa Mansûrê ya li nêzî Herêma Kesk ketin.

Herêma Kesk ku sefareta bilind a DYE’yê lê ye, ew herême ku tedbîrên herî bilind ên ewlekariyê lê hatine girtin.

Ji meha Tîrmehê û vir ve, yekemcar e ku li Bexdayê êrişeke wiha tê kirin. Kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Di demekê de ku dengên hilbijartinên 10’ê Cotmehê ji nû ve tê jimartin êriş hate kirin.