Li gorî agahiyên ku hatine stendin li pêşiya mixazeya bi navê Maxîmallê teqînek çêbû.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê teqîn di destê sibehê de çêbûye û ji ber teqînê xisareke mezin a maddî di nava mixazeyê de pêk hatiye.

Li vê mixazeyê cil û bergên ji Tirkiyeyê dihatin firotin. Ev mixaze li herêma Zîwne ya li rojhilatê Bexdayê ye.

Derbarê sedema teqînê agahî nehatin bidestxistin.