Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin. Hate ratihandin ku di encama teqînê de bi dehan kes birîndar bûne.
Têkildarî teqîna ku li herêma perav a bajêr pêk hat, ti daxuyaniyek nehate dayîn, deng li hemû bajar hate bihîstin.
Ji ber teqînê şibake û camên dikan, cihên kar û avahiyên bi kêlometreyan dûr jî bûn, şikestin. Li cihê teqînê dûyên reş bilindbûne.
Hate ragihandin cihê ku teqîn lê pêk hatiye hemû hilweşiyaye. Çapemeniya xwecihî dîmenên kesên bi xirbeyan de mane asê hatin parvekirin.