Kurdan, çepgirên Tirkiyeyî û Elman li Bîelefeldê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk ve 1’ê Gulanê bi meşekê hate pîrozkirin.
Ji ber pandemiyê li gel vê çalakiyê li 7 cihên cihê çalakî hatin kirin.
Rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî li gel gelê herêmê û beşên bawermendên cuda dîsa ciwanên Partiya Çep a Elman cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin.
Li ser navê girseya li Stasyona Trenê ya Navenda Bîelefeldê kom bûn, Nevzat Şahîn daxuyanî da û li dijî kapitalîzmê peyam dan.
Piştî axaftinan û şûnde meş destpêk kir û li Qada Jahnplazê veguherî mîtîngê.
Çalakî li Qada Keselbrîngê bidawî bû.

