Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de kiryarên PDK’ê yên li ser Şengalê jî hatin şermezarkirin.

Mîtîng li ber bahnhofa Bîelefeldê ji aliyê NCDK, TCŞ û TÊKO-JIN ve hate lidarxistin. Her wiha endamên SMJÊ, HCÊ, NAV-YEK û TAJÊ jî tevlî bûn.

Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.