Li Binarê Qendîlê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezar kirin. Di meşê de daxwaz hate kirin ku her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan dakevin dakan.


Li Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne û Rêber Apo azad bike’ bi meşekê komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî hate şermezar kirin. Herwiha piştgirî dan çalakiya Leyla Guven.

Piştî meşê li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Zîlan Mûsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Di 15’ê Sibata sala 1999’an de li ser Rêberê Gelê Kurd komployekî navneteweyî pêk hat. Lewma ev 20 salin Rêber Apo li gireva Îmralî dîl tê girtin û di bin tecrîdekî giran de ye. Li dijî vê tecrîda girankirî bi pêşengiya Leyla Guven ku 93 roje di grevê de grevên birçîbûnê destpê kirine. Em piştgiriya çalakiya heval Leyla Guven dikin. Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û ciwanan tê kirin ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û wiha tê destnîşankirin; “Em bang li ciwanan dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dakevin qadan û piştgiriya Leyla Guyven bikin.”

Herwiha Endamê Meclîsa Binarê Qendîlê Marif Ênzeyî jî axivî û got,”Gelê Kurd di dîrokê de berdêl dane. Berdêla herî mezin jî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Em ji Qendîlê ji Erdogan re  dibêjin, pirsgirêka Kurd bi bombebaran û şer çareser nabe. Yekane kilîla çareserkirina pirsgirêkan di berîka Ocalan de ye. Ew jî aştî ye.”

Endamê Meclîsa Binarê Qendîlê Marif Ênzeyî ji bo xelkê Şêladizê û Behdînan jî ev peyam şand; “Welatiyên azadîxwaz û şoreşger çawa ku we rejîma Sedem ji Behdînan derxist, bi heman awayî baregehên Tirkiyeyê jî bi qewitînin. Tola şehîdên Qendîl û Behdînan bistînin. Xelkê jêhatî yên Şêladizê weke karî bi lehengî baregeha artêşa Tirk bi rûxînin û raperînê bikin. Dîrokê binivîsîn.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ bi dawî bû.