Biryara Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ya li dijî pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan ji aliyê welatiyên Binarê Qendîlê ve hate protestokirin.

Di çalakiyê de Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîl Gulale Osman daxuyaniyek li ser navê Encûmena Gelê Binarê Qendîl xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Her sê şoreşgerên Kurd ne tenê rêveberên PKK’ê ne, pêşengehên hemû şoreşa gelê Kurdistan û mirovahiyê ne. Ji bo vê pêwîste gelê Kurd û dostên azadîxwaz li dijî vê biryara Amerîka bêdeng nemênin û helwesta xwe nîşan bidin. Bila nebin hevkarê rejîma faşîst a Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiye yê. Em welatî û Encûmena Gelê Binarê Qendîlê vê biryara faşîstane şermezar dikin û li hemberî vê biryarê ne. Em pêşengehên xwe nadin destê dijminên gelê Kurd û Kurdistanê.”

Em bang li gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistan û aliyên siyasî dikin daku nebin hevkarê dijmin û nebin beşek ji xiyaneta mezin a hemberî Kurdistan. Divê her takek Kurd li hemberî vê biryara ne exlaqî raweste. Em carek din bang li Hikûmeta Herêma Kuridstan û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin daku helwesta xwe li hemberî vê biryara eşkere bikin û êdî bêdeng nemênin.”