Serokê Dadgeha Hilbijartina Bilind a Bolîvya (TSE) Salvodar Romero daxuyanî da û got; “Hemwelatî wê 3’ê Gulanê ji bo hilbijartina serokê dewletê û diyarkirina parlamenoyê biçin ser sindoqan.”
Romero diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokê dewletê wê hefteya duyemîn a Hezîranê were kirin û roja Duşemê jî wê meqamên fermî bernameya hilbijartinê eşkere bikin.
Aktivîstî rastgir Lûîs Fernando Camacho ji bo hilbijartina serokê dewletê namzetiya xwe eşkere kiribû.
Partiya Morales wê namzetê ji bo serokatiya MOS’ê 19’ê Çileyê diyar bike. Morales diyar kir ku ew ê di hilbijartina nû de nebe namzet û ji Arjantînê destekê dide kampanyaya hilbijartinê ya partiya xwe.