Bi armanca piştgiriya çalakvanên grevên birçîbûnê û protestokirina tecrîda li ser Ocalan Meşa Dirêj destpê kir.
Li bajarê Boon ê Elmanyayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakvanên grevan re bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Bon, Koln û Dusseldorfê meşek hate kirin.
Berî meşê Nûnera Bon a Dîe Lînkê Jûrgen Repschleger axivî û bal kişand ser zextên dewleta Tirk a li ser Kurdan û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava li dijî pradîgmana li wir di meryetê de ye.
Di çalakiyê de li ser navê Med-Fed Ahmet Elmasî axivî û Elmasî: “Gelê Kurd meşeke bê navber didomîne. Ev têkoşîn li zindana Amedê pêş ket. Îro jî li Zindana Amedê pêş ketiye. Deng bidin dengên têkoşîna gelê Kurd. Divê her kes destekê bide berxwedanê.
Meşvanên ku li navenda Bonnê re derbasbûn, li pêşiya Komîsyona Ewropa ya Bonnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dosyayek pêşkêşî saziyê kirin. Meş wê sibe jî ji Kolnê saet 11:00’ê ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk destpê bike.



