Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên ser bi TCŞ’ê danê êvarê li qada Grand Theatre ya Bordeaûxê li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin.
Ciwanan bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li ser Rojava û qurbaniyên Komkujiya Mereşê jî bi bîr anîn. Ciwanan dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku ciwanan belavokek xwendin, dirûşmên bi Kurdî û Fransî yên “Azadî ji Rêber Ocalan re”, “Bimire Xiyanet” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn.
Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û li qada Saînt Catherîneyê bi xwendina belavokê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.