Du roj berê pişî barana zêde, lehî rabûbû. Bîlançoya lehî û hezîna axê ya bajarê Petrepolîs ê Brezîlyayê giran dibe.
Di 90 salên dawîn de baraneke ewqasî zêde nebariyabû. Li gorî bîlançoya Parastina Sivîlan ji ber vê karesatê 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û tîmên rizgariyê 24 kes rizgar kirine.
Li gorî daxuyaniya fermî jî 35 kes winda ne.
Li gorî zanyaran ev karesat ji ber germahiya global pêk tê. Tê payîn ku barîna baranê zêdetir bibe.
Di Çileya 2011’an de jî li Petropolîs û herêma çiyayî ya ku Nova Frîbûrgo, Îtaîpava û Teresepolîs jî di nav de ne, ji ber lehî û hezîna axê nêzî 900 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.