Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya roja Yekşemê li tevahiya welêt zêdeyî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Di nava 24 saetên dawî de 641 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî malpera Worldmeterê li Brezîlyayê 50 hezar û 659 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Brezîlya ku bûye navenda nû ya Covîd-19, ji aliyê qurbaniyan ve piştî DYE’yê di rêza duyemîn de ye.
Li Brezîlyayê derdora milyonek û 87 hezar mirov bi vîrûsê ketine. Lê belê tê gotin ku bîlançoya rastî ji vê girantir e. Li vî welatî ku nifûsa xwe 212 milyon mirov e di mijara testên Covîd-19 de pirsgirêkên cidî hene. Lê ji vê jî xerabtir, Jaîro Bolsonaro li ser vî welatî ye. Serokkomarê rastgirê tund, ji destpêkê ve krîza tenduristiyê biçûk dibîne û bang li gel dike ku ji mala xwe derkeve.
Belavbûna vîrûsê li Ewropayê kêm bû, lê li Latîn Amerîkayê gelekî zû belav dibe. Li aliyê başûr ê dinyayê demsala zivistanê dest pê kir. Li Meksîkayê rojên dawî hejmara qurbaniyan gihîşt 22 hezar kesî. Li Arjantînê hezar, li Perûyê jî 8 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Kolombiyayê rojane hejmara qurbaniyan zêde dibe. Heta niha zêdeyî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dane.