Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Bûrkîna Faso, li qada Mentao ya bajarê Soûmê piştî ku 4 leşker 11’ê Îlonê hatin kuştin, operasyonê dijî çeteyên cîhadîst heta 13’ê Îlonê dewam kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di navbera 11 û 13’ê Îlonê de li Mentoayê 11 terorîst bi çekên xwe hatin bêbandorkirin.”
Li gorî daxuyaniya artêşê, li bajarê Loroûmê di operasyonên bejahî û hewayî de jî herî kêm 15 çete hatin kuştin.