Li Sêrtê, li bûroya hilbijartinê ya HDP’ê reşandin

Şevê dî bi derengî li bûroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li navenda bajêr reşandin. Kesên bi motosîklêtê saet lê nêzî 23.00’ê şevê 5 gule li bûroya hilbijartinê ya HDP’ê, ya li ser kolana Gureşê reşandin.

Li gorî şahidan, kesên ku motorsîklêt bi kar dianîn poşêtên spî kiribûn serê xwe.

Êrîşkaran xwe nebedî kirin, hate gotin li ser kolanê gelek kamerayên mobeseyê di qeydê de bûn.