Şervanê YPG’ê Olivier le Chlainche yê Fransayî, gerîlayên HPG’ê yên Nîsana 2018’an li Cûdî şehîd bûn û şervanên QSD’ê yên li Dêra Zorê şehîd ketin hatin bîranîn.

Şervanê YPG’ê yê Fransayî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ê ji Brotonê, ku 10’ê Sibata 2018’an di Berxwedana Serdemê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bû, li bajarê Carhai hate bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê hevrêyên wî ve hate organîzekirin û heval, malbata Breizh û Kurdistaniyên li bajarên Nantes û Loirentê tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser jiyana Kendal Breizh sînevîzyonek hate nîşandan.

Ji hevrêyên Breizh Guillaume Bricaud, Ewen Salomon û Geal Robin li civînê axivîn, qala bîranîna xwe ya bi Breizh re kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê xwedî li bîranîna wî derkevin.

Nivîskarê Pirtûka “Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de vegotina Rojava” Raphael Lebrujah jî axivî û diyar kir, şoreşa Rojava têkoşîneke ku ji bo mirovahiyê tê dayin.

Piştî civîna bîranînê beşdar li bajarê Carhaixê meşiyan.

SALZGITTER

Gerîlayên HPG’ê Bêrîvan Amed (Zehra Şukru), Rengîn Rojava (Rengîn Mûhammed Zedî), Rûgeş Gabar (Jale Pîrnejat), Viyan Zîlan (Tûgba  Yildiz) ên Nîsana 2018’an li Cûdî şehîd bûn û şervanên QSD’ê Yûsif Kurdî (Lûayî Kirê); Rênas Elî (Rênas Hesekê) yên li Dêra Zorê şehîd bûn, li bajarê Salzgitter ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Berçem Cîlo û Komuna Jinê ya Zozan Cûdî ve hate organîzekirin.