Li gorî daxuyaniya Komîteya Azadî ji Girtiyên Neteweyî re, bi efûya Serokkomar Abdulmecîd Tebbûn herî kêm 35 mehkûmên fikrî hatin berdan.
Di daxuyaniya Wezareta Edaletê de ku êvara Înê hate dayin, hate ragihandin ku ji bo 33 kesên ji ber ‘çalakiyên pêwendiya xwe bi bikaranîna medya dîjîtal heye’ ketin ber lêpirsînê, efû hatiye ragihandin. Hate ragihandin ku ev biryara efûyê hatiye berfirehkirin ku hin kesên din jî di nava xwe de bihewîne.
Komîteyê diyar kir ku roja Şemiyê jî hin kes hatin berdan. Di nava yên hatine berdan de kesayetên naskirî yên ji tevgera civakî Hîrak jî hene. Biryara Efûyê beriya 22’ê Sibatê salvegera duyemîn a serhildana gel hate dayin.
Serokkomar Abdulmecîd Tebbûn di çarçoveya bersiva li krîza siyasî ya li welêt de hin biryarname amade kiribû. Yek ji wan jî berdana derdora 60 mehkûmên fikrî ye.
Li gorî komîteyê beriya berdana 35 kesan, derdora 70 kesên pêwendiya xwe bi Hîrak an jî azadiyên şexsî heye, hatibûn girtin.