Li bakurê Cezayîrê arkujên dilxwaz û xelk hewl dide şewatê vemirîne. Ji ber şewatê heta niha herî kêm 71 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji van 43 sivîl, 28 jî leşker in.
En ce moment en Kabylie Tizi-Ouzou à At Douala une pluie de cendres!
La situation est chaotique ! J’espère que les canadairs vont passer par là ! #PrayForKabylia #PrayForAlgeria pic.twitter.com/cUMOBKsffN— ⵜⴰⵎⴰⵛⴻⵆ ⵣ (@wIalofsFPQOEhAk)
August 12, 2021
Parastina Sivîl roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li 16 wîlayetan li 92 cihî şewat dewam dike. Ji van şewatan 37 li Tîzî Oûzoû ya li herêma Kabîliyeyê ku xelkê Amazîghê lê ye û 15 jî li wîlayeta El Tarfê ya li ser sînorê Tûnisê rû da.
Ma ville natale aussi elle brûle #SosSkikda #Skikda #SidiMezghiche
Les montagnes et les plaines de la région sont aussi dense comme ceux de la #Kabylie
Aidez les avant que ça soit le même épisode que #TiziOuzou#Algerie #Skikda_Brûle pic.twitter.com/paI4LQJWey— Lynda Goumeziane (@lygoumeziane)
August 12, 2021
Serokkomar Abdulmecîd Tebbûn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li tevahiya welêt şîna neteweyî ya du rojan ragihand. Serokkomar diyar kir ku 22 gumanbarên bi derxistina şewatê tên sûcdarkirin hatine destgîrkirin. Hate ragihandin ku 11 ji wan li Tîzî Oûzoû hatine destgîrkirin.
KESEK HATE LÎNÇKIRIN
Serokkomar Tebbûn îdîa kir ku piraniya şewatên rû dane ‘krîmînal’ e. Kesek jî ji aliyê girseya gel ve hate lînçkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest ku ykesên ev sûc kirine bê darizandin. Dadgeriya Cezayîrê jî dest bi lêpirsînê kir. Bûyera lînçê li bajarekî nêzî Tîzî Oûzoû qewimî. Rêxistina Mafên Mirovan a Cezayê diyar kir ku kesê bi îdîaya ‘şewat derxistiye’ hate lînçkirin, hunermendekî ciwan e ku ji bo vemirandina şewatê alîkarî dikir.
Gelek welatan alîkariya hewayî şandin. Ji Fransayê du balafirên vemirandina şewatê roja Pêncşemê gihîştin Cezayîrê. Tê payin ku Spanya û Swîsreyê jî du balafirên bi tîpa Canadaîrê bişînin herêmê.
Xelkê Kabîliyeyê nerazîbûnê nîşan dide ku hikumet bi têrkerî hewl nade şewata li herêma wan vemirîne.