Ertugrul Kurkçu, dema qeyranên di rojên dawî yên hem hundir hem jî derve yên Erdogan dinirxîne û balê dikişîne ser mijara ku êdî cîhan ji Erdogan cûdatir difikire.
Ji bo AKP’ê û Erdogan di demek dirêje ku siyaseta hûndir û derve ketiye nava hev. Di rojên derbasbûyî de mînakên herî şênber ên ku dînamîkên hûndir û derve çawa bandor li ser hev dikin rû dan. Banqeya Navendî biryara faîz daxistinê eşkere kir û li ser ne li bendê mayînê daxistina faîzê hat. Beriya wê jî gotinên hişk ên Erdogan a têkildarî 10 sefîrên derbarê Osman Kavala de daxuyanî dabûn hebû. Li hember pêngava faîz daxistinê nirxê Lîrayê Tirk ket, çend roj piştre jî talîmata îlan kirina 10 sefîrên ku wek: “ Mirovên neyên xwestin” a Erdogan hat. Daxuyanî bû sedem ku nirxê Lîrayê Tirk bikeve. Di nava rastê de gotinek ku digeriya hebû: “Erdogan nizane ku çi dike…”
Sefîran bal kişand li ser xala 41’emîn a Peymana Viyana yê. Li piştî wê jî hem aliyê Erdogan hem jî ji aliyê yên din ve nîqaşa ku ‘ kî paşde pêngav avêt’ destpêkir. Erdogan got: ‘ Di pirtûka min de paşde pêngav avêtin tuneye’
Di demên dawî de jî di polîtîkayên ku Erdogan got: ‘ Paşde pêngav tuneye’ de tengaviyên berbiçav hene. Ji vane tinê du mijar pirsgirika Sûriyê û doza Halkbanqê ye. Ji ber Halkbanq banqeya dewletê ye daxwaza destnedayînê jî ji aliyê daraza DYA’ê ve hate red kirin. Wê darizandina Halkbanqê bidome. Xala hevpar a van du mijarên ji hev cûda tên xuyakirinê jî ji nakokiyên rejima bi polîtîkaya ku Erdogan gotî: ‘ ez paşde pêngav na avêjim’, çavkaniya xwe digire.
Jêparê van hemû tiştên ku hatin jiyan kirin jî Erdogan e, bi rastî jî di van hemleyên polîtîk de ‘ nîzane ku çi dike? Pêşbîniya encaman çi ne? û tiştên di demên dawî hem hûndir hem jî derve qewimîn Endamê Rûmetê ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Serokê Rûmetê ya HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, ji ANF’ê re nirxand.
Qeyrana Erdogan a bi sefîran re, daxuyaniyên ku li pey hevdu hatin kirin, windahiya nirxê Lîrayê Tirk a piştî biryara Banqeya Navendî… Şiroveya ku di naverastê de digere ya ku: ‘ Erdogan nizane ku çi dike.’ We di hevpeyvînek ku me beriya niha bi we re çêkiribû de gotibû ku pêngavên Erdogan: ‘nayên texmîn kirin.’ Baş e, dema ku em li tiştên dawiyê qewimîn dinêrîn, kîjan derbasdar e?
Di naverastê de pêngavek ku Tayyîp Erdogan di qeyrana sefîran de “ mexsed” derbaskirî û herî kêm derb li polîtîkayên ku vê desthilatdariyê birêve dibir heye. Pir hêsan nayê gotin ku ev di çarçoveya mantiqekê de kiriye. Ev qeyran, bi taybet bi krediyên diplomatîk ên Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê vekirî re hate çareserkirin, naxwe wê hê zêde encamên xerbilî derketiban.
Ev her tim bi vî awayî nabe; ev derketinên ji nişka ve yên Erdogan, di heyamên ku qada manevrayê berfireh dihate telafî kirin. Jixwe mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Erdogan her tim di qada siyasetê de biaqil tevnegeriya ye, lê bi awayek rast baş xirab li hev dihat. Lê ev çivanokên ku ji van polîtîkayên giştî re bûn serwer, ji nezanînê zêdetir devavêtin, di nava meyilên nakok ji xwe rê dîtinê re, eleqedar e.
Ev hêmanên ku nakok û devavêtinê çi ne?
Mînak ji aliyekî ve polîtîkayên çavdêriyê ya sermayeya di asta navîn û biçûk ên ji bo bazara hûndirin dihilbirînin dişopîne, ji aliyê din ve jî bang bazara hinarde ya navnetewî dike, wekî ku berjewendiyên komên fînans- kapîtal ên ku di bazarên aborî de di nava hev de dixebitin, berçav digire. Ev her tim nayê qebûl kirin; an vê an jî divê yê din tercîh bikî. Ji ber vê yekê serokê Banqeya Navendî yê ku aligirê polîtîkayên rakirin an jî faîzê wek serarastkirinê dibîne, faîzê didaxîne an jî ew kesên ku tên dewsa van kesên têkildarî faîz- enflasyonê fenteziyên Erdogan parve dikin, ev daîmî têkildarî di navbera berjewendiyên xerbilî ve girêdayî ne.
Toplama baktığımızda hem TÜSİAD’ı, hem MÜSİAD’ı, hem Koçları, Sabancıları hem Anadolu’daki KOBİ’leri, hem beşli çeteyi, hem reel sektörü birlikte idare etmek, sürekli zikzak çizmekle mümkün.
Em îro jî dinêrîn ku ev ji pevçûnên berjewendî yên di navbera derdorên ku bi îxracatê li ser piyan digirin û sektorên ku ji malê derve qezenç bidestdixin û ji yên bi daxistina faîzê re dema doviz nirx qezenç dike çepik lê dixe û yên vê şermezar dike re, derbas dibe. Ez ne aborînasim, lê tevlî şiroveyên ji vî alî ve tên kirin dibim.
Dema ev bi bêhevsengî û nezaniya Erdogan re dibe yek, tabloyek beletewş derdikeve holê. Helbet hebûnek aqilane ya her rejimê heye, bi awayekî hevsengiya vê şer û pevçûnê dibînin. Lê gelek vekiriye ku ev tablo hemû hevnegirtiye.
Erdogan van tarz çivanokan di polîtîkayên xwe yên navnetewî de jî bikartîne. Niha dîsa di rojevê de operasyonek nû li ser Sûriyê heye û tezkere jî ji meclîsê derbas bû. Di nava van 10 salan de li wê derê jî rewşa gelek welatan guherî. Li gorî we Erdogan hewl dide derbasî heyama nû ya Sûriyeyê bibe, an jî herî kêm hewl dide ji ber nakokiyên wê derê pozîsyona ku winda kirî ji nûve werbigire? Hûn çi difikirin?
Gelek pêngavên ku derveyî aqil tên dîtin ên Tayyîp Erdogan di eslê xwe de agahiyek têkildarî ku rewşa heyî dikare deskeftiyên îzafî bi wî bide qezenç kirin, dide. Hê şênbertir, Erdogan karên ku tu hikûmetên Tirkiyê yên berê nekirin dike, ev hemû xwe naspirên planekê, lê ji ber hin valatiyên ku dîtîn, hetanî niha bûn sedem ku ji xwe re qad jî veke. Beşa “ Neyê texmîn kirin” a Erdogan jî çavkaniya xwe ji vê digire. Yek jî mînakên vê yên herî vekirî Lîbya ye. Dema hêzên Rojava li dijî Qaddafî êrîş dan destpêkirin, berteka ewilî ya Erdogan eve bû: ‘ çi karê me li Lîbyayê heye? 4 roj piştî vê gotinê bû hevkarê hilweşandina Qaddafî, demek şûnve jî bû dostê herî nêz ê rejima nû ya Lîbya yê.
Piştre li Trablûsê kete nava lêgerîna navenda hêzekê ku hevsengiya Behra Spî biguherîne, bû alîgirê şerê navxweyî yê Lîbya yê; li ser vê rageşiyê jî Projeya Welatê Şîn bi cih kir. Ev hinek jî bi tarzê ne berçavkirina hiqûqa navnetewî, însiyatîf bidestxistin, ên ketina nava bûyeran a Erdogan ve têkildare. Erdogan li ku derê firsend hîs bike, berê xwe dizivîrîne wê derê. Berdêla vê jî mezin e. Tê wateya dijminên nû, lêçûnên nû. Kapîtalîzma “ dostaniya hev” a Erdogan jî wiha birêve diçe.
Hûn dikarin vê hinek din vekin… Weke çawa?
Carek din çavdêriya metaya herî bi nirx a kapîtalîzma Tirkiyê ‘artêşa wî’ hate piştrast kirin. Dewleta Erdogan bi gotina peyda kirinê ya ji Qatarê, baregehên leşkerî ji Somaliyê, hevkariya leşkerî ya bi Sûdanê re, hêza aşitî ya ji Lîbnanê re, piştevaniya ewlehiyê ya ji Kosova û Arnavûtlûkê, doktrîna şer ji Azerbaycanê re, ÎHA, SÎHA, ji bazara navendî ya leşkerî- pîşeyî ya derdora qesrê jî li van deran bazar diafirîne. Dema carekê kete nava sînorê welatekî jî bi hiqûmetên noker re têkiliya li ser çerm, dest di dest de destpê dike.
Ji bo tabloya Sûriyê jî, bi taybet ji aliyê nêzîkatiya deskeftiyên Kurdan jî dikarîn behsa nêzîkatiyek ku xwe dispêre lihev kirinek hê berfireh a ku Hêzên Çekdar a Tirk pêngav bi pêngav bi Erdogan da qebûl kirin û keyfa mitleq a Erdogan ve ne girêdayî, bikin. Polîtîkaya Sûriyê ya Erdogan di çarçoveya polîtîkaya dewletek asîmîlekar a ku hebûna Kurdan wek gef dibîne, didome. Ji vî alî ve hûn nabînin ku Hêzên Çekdarî ya Tirk di esasê de nerazîbûna xwe li dijî polîtîkayên Erdogan ên Sûriyê danî holê. Li Sûriyê, li Rojava, îdraqa wek gef a hebûna Kurdên li ser sînorê Başûrê Tirkiyê- Sûriyê, pêwistiya valakirina sînoran, avakirina sînorên ku neyên derbas kirin û ev siyaseteke ku ji aliyê hemû hevkarên serwer ve tê parve kirin.
Encax Erdogan li vê derê wek bîrdozî pêngavekî pêş de diçe; bi DAIŞ, El- Nûsra û avaniyên din ên cîhadperest re, tifaqek, têkiliyek taybet a ku di navenda wê de ew bixwe û Îslama Siyasî cih digire, ava dike. Ha tam jî li vê xalê bi statukoyê re dikeve nava nakokiyan.
Bi tengavkirina jiyanê re jî, Erdogan di heyama xwe de van tarz pêngavan diavêje. Bi taybet jî bi Şam û Moskovayê re ketina şerê man û nemanê yên dostên bi hevkariya DYA’ê yên bin navê perwerdê hatin biçek kirin û ji bo guhertina rejima Sûriyê ji aliyê Erdogan bixwe ve hatin hilperandin, dibe sedem ku Erdogan xeteriyek wiha bide ber çavê xwe. Mirov gotina na ya CHP’ê jî dikare wek îtîraza riskên vê operasyona ku li dijî Til Rifetê bixwe re tîne jî, bixwîne. Hesabên herêma ewle ya bi dagirkirina Til Rifatê ya Erdogan a ku dema El Nûsra ji aliyê Sûriyê û Rûsyayê ji Îdlîbê hate derxistin, tê zanîn. Îtîrazên ji vê plana ku ji eqlê leşkerî bêpar e, erd û asîman pê hesiyan.
Bi taybet jî wer dixwiye ku Erdogan wê li ser windahiyên leşkerî bikeve nava hewesa îstîsmarkirinê. Ev hesabên Erdogan ne li gorî konjonkturê ne û li vê derê deraqil û berjewendiyên xwe digire navendê, wisa tevdigere. Di rêûresma dewletê de jî her tim nûnertiya berjewendiyên hevpar bi aqilane tê dîtin. Dema me nîqaşên ku di meclîsê de hatin kirin temaşe kir, derveyî parastinên hamasî yên Partiya Tevgera Netewperest(MHP), di hemû partiyên netewperest de dît ku ew fikar derketine pêş.
Dema ku mirov vê êrîşê ji îhtîmala dûr a hevkariya DYA û Rûsyayê jî li ber çavan bigire, dikare bêje ku sefera vê carê ya Sûriyê wê bibe hewldanek wek xwe kuştinê.
We behsa hewldana Erdogan a iknakirinê ya van cûre operasyonan kir. CHP beriya niha ji vê îknakirinê re bibû hevkar, 7 sal piştre cara ewilî ji vê re got na. We jî behs kir, lê hêzek vê hemleya CHP’ê ya ku hevsengiya siyaseta hûndir biguherîne heye an jî li ser nakokiyên ku we behs kirî çêbûye?
Li gorî min CHP’ê jî ÎYÎ Partî jî di çarçoveya hedefên desthilatdarbûna xwe de pêngavek aqilane avêtin e. CHP êrîşên Erdogan da ber çavên xwe. Dahatû û lêçûnên vê hatin hesab kirin. Ev fikra operasyona Sûriyê, derveyî desthilatdaran di bazara hûndir de tu kesî/ê bawer nekir. Ji bilî vê gotina ku rejîm hildiweşe jî hê zêde eşkere bû. Hikûmet niha hewl dide karmendan bi gotina: ‘ne tirsin nikarin tiştekî bi we bikin’, aş dike. Salek beriya niha tabloyek wiha nedihat fikirandin jî. Di vî wateyê de hem serdestiya siyasî ya giştî hem jî serdestiya hemleyê kete destê mixalefetê.
Ji derveyî vê gengaziya pêlek nû ya koçberiyê hemû civakê dixîne nava fikaran ji ber vê yekê jî di dema ku herî zêde pêdiviya Erdogan vê avantajê heyî, kete rewşa dezavantaj. Ji ber vê jî hemû pêngavên wî di diwarê heyberî dikevin. Ji vê derê diteriqe aliyê din.
Em ji vê derê derbasî herêmek hinek dûr bibin, dîsa pirsek me ya têkildarî pêngavek din a Erdogan wê bibe. Evqas tengav bûye, lê ji aliyê din ve jî di heman demê Erdoganek ku ji dinyayê re meydan dixwîne heye. Erê, welat têkiliyên xwe yên navnetewî li gorî qadan têşe didinê, lê ev pêvajoyên ku hev bandor dikin in. Pêşketinek din a girîng a ku ji derve Erdogan eleqedar dike heye; ew jî doza Halkbanqê ye.
Îstînafa DYA’ê, serlêdana Halkbanqê red kir û wê darizandin bidome. Di çarçoveya van hemû tiştên me axivî, wê doza Halkbanqê di pêvajoya pêş de ji bo Erdogan tabloyek çawa dane holê?
Eger hûn bi DYA û YE’ê şer dikin wê demê divê vebijêrkek we ya ku di hevsengiya vê de hebe. Çîn an jî Rûsya derfeta beranberiya vê windahiya we nade.
Hem her roj wê ji DYA û YE’ê çêr bê kirin hem jî wê li benda sê qûrişan ku ji wê derê tê bisekinî. Hem paş ve bi Îran û Venezûelayê re kar bê meşandin hem jî ji bo bê dîtinê ku li gorî rêgezên civaka navnetewî tevdigere, wê serî li dek û dolaban bidî. Ev jî barek ku karmendek ji rêzê û dewletek ji rêzê rake nîn e, dûr an jî nêz dê bê girtinê. Hetanî niha Tayyîp Erdogan hem ji ber mezinbûyîna wek şirîktiya bazar û leşkerî ya Tirkiyê hem jî ji ber alîkariya ku ji aborî û stratejik ya ji şiriktiyê re hatî bidestxistî dihate îdare kirin. Lê di cîhanê de jî fikra vebijêrka Erdogan heye jî, êdî hêz qezenç dike. Bi rastî, ez bendê me hejmara dozên derbarê Erdogan ên her cihê ku rêgez tên binpêkirin û her qadê zêde bibin.