Li Çînê li gorî daneyên fermî nexweşên ji ber koronavîrusê bû 5 hezar û 974. Hate diyarkirin ku 132 kes jî ji ber vîrusê mirine.

Di salên 2002-2003’an de di vîrusa Srasê de 5 hezar û 327 nexweş hatibûn tespîtkirin û 349 kes miribûn. Bi giştî jî vê vîrusê bandora 8 hezar û 96 kesan kiribû û 774 kes miribûn.

Vîrusa li Wûhana Çînê derketiye holê jî bandoreke giran li mirovan dike. Navê vê vîrusê kirine 2019-nCoV. Ev vîrus û vîrusa koronavîrusê 80 ji sedî dişibin hev.

Pisporê nexweşiyên hilmstendinê Zhong Nanshan diyar kir ku ev vîrus bi qasî hefteyek deh rojan wê zêde bibe û piştre dibe ku kêm bibe.

Lêkolînerên Enstîtuya Tendirustiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê jî li hemberî vîrusê dest bi amadekirina aşiyekê kirin.

Zanyarên Enstîtuta Doherty a Melboûrnê jî diyar kirin ku wan di şertên labaratûvarê de ev vîrus qelstir kirine û bal kişandin ser vî tiştî ku ev gaveke gelekî girîng e.