Li wîlayeta Hûnan a Çînê agir bi otobuseke rêwiyan ket û 26 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku 53 rêwî, du ajovan û rêberek tê de bûn, li navçeya Changde ya li bakurê Hûnanê ji ber sedemeke ne diyar agir pê ket.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku di vê şewatê de 26 kes mirine û 5 kes bi giranî 30 kes jî birîndar bûne.

Piştî şewatê herdu ajovan hatin destgîrkirin û lêpirsîn hate destpêkirin.

Li Çînê gelek qezayên trafîkê pêk tên. Li gorî daneyên fermî di sala 2015’an de 58 hezar kes ji ber qezayên trafîkê mirine.