Li rojavayê başûr ê Çînê ji ber barana zêde çemên ji heriyê çêbûn. Li herêma Wenchuanê ya eyaleta Sîchuanê, çemê ji heriyê wesayita alîkariya lezgîn da ber xwe û agirkujekî 33 salî mir.
Li gorî ajansa Çîne Nû bi giştî 9 kes mirin û 35 kes birîndar bûn. Nêzî 100 hezar kes ji herêmê hatin valakirin.
Ji ber çemê ji heriyê elektrîk û av qut bû, ziyan hate ser gelek pir û rêyan. Ajansa Xînhau zirar giha 9 hezar mal, du bendavan û 20 şîrketan.