Teqîn 19’ê Tîrmehê li gorî seata xwecihî saet 17:45’an li atolyeya fabrîqeya girêdayî şîrketa Henan Coal Gas pêk hat. Li gorî rayedaran di teqîna li bajarokê Yîmayê de 2 kes mirin û 12 kes jî wenda bûn. Ji ber hêza teqînê li herêma ku 3 kîlometre jî cam şkestin.
Ajansa nûçeyan a Çînê Yenî ragihand ku xebatên alîkariya destpêkê didomin û ji bo diyarkirina sedemê teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li Çînê teqînên wiha bê navber çêdibin.