Barana dijwar van hefteyên dawî bandoreke giran li herêmên navîn û rojhilatê Çînê dike. Li çemê Yangze ku çemê herî dirêj ê welêt e, av bi carekê bilind bû. Rayedaran diyar kirin ku karesatên lehiyê bandor li 24 milyon kesî kiriye.
Hate ragihandin ku di karesatan de yên ji ber baranê rû dan herî kêm 140 kes mirine yan jî winda bûne.
Herî dawî li bajarê Anhûî yê li rojhilat, ji ber ku ava bendava li ser çemê Chûî di asteke metirsîdar de bilind bû, beşek jê bi dînamîtê hate teqandin. Rayedarên xwecihî diyar kirin ku ji bo ewlehiya şêniyên li peravê tedbîreke wiha girtine.
Li gorî rojnameya Global Tîmesê, teqandina beşek ji vê bendava ku bi 400 kîlometreyî li bakurê rojava yê Şangayê ye, wê asta avê bi 70 santîmetreyî kêm bike.