ŞIRNEX – Li Cizîrê ji ber barîna baranê ya zêde gellek mal û kargeh di bin avê de man. Du kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan û gellek kesan jî bi zorê canê xwe rizgar kirin. Duh di saetên êvarê de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê barîna barana zêde bandorek neyînî kir. Ji ber barîna baranê lehî rabû. 2 welatî jiyana xwe ji dest dan. Gellek mal û kargeh di bin avê de man. Tevahiya şevê baranê lê kir. Bi destpêka rojê re zirara lehiyê derket holê. XELKÊ ZIRAR DÎT Li taxên Konak, Nur, Cudî, Yafes, Sûr, Dagkapi û Şah gellek mal û kargeh di bin avê de man. Gellek welatiyên li taxa Nûrê ji ber lehiyê neçar man malên xwe terk bikin û biçin cem xizmên xwe. Gelek mal ji ber di bin avê de man eşyayê wan û malên wan zirar dîtin. Welatiyên malên wan di bin avê û heriyê de man bi derfetên xwe çareseriyê ji xwe re dibînin. MAZGALÊN GIRTÎ RÊ LI BER LEHIYÊ VEKIR Bi taybetî ji ber “ewlehiyê” kanalên bi mazgalan hatin girtin ji herikîna avê re bûn asteng. Piştî demek dirêj şûn ve xebatkarên Şaredariya Cizîrê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin hatin mazgalên çop li ser kom bûye paqij kirin. Li hin taxan ji ber leza avê dîrekên ceryanê ketin û dîwarên baxçeyan hilweşiyan. Şêniyên Cizîrê şahidiya karesatê kirin û gotin ji ber wan canê xwe rizgar kiriye kêfxweş in, lê gellek ziyana wan bûye. ESNAFAN BERTEK NÎŞANÎ ŞAREDARIYÊ DA Esnafên li ser Cadeya Medreseya Sor gotin gellek xesara wan bûye û bertek nîşanî xizmeta şaredariyê dan. HDP BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr çûn serdana welatiyên malên wan di bin avê de mane. Rêveberên HDP’ê ku li rewşa welatiyan pirsîn bang kir ku gel piştevaniyê bide hev. Parve bike:
Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
