Li Creîl a Fransa, Bellîzona a Tîcîno ya Kantona Îtalya ya Swîsre û bajarê Înnsbrûck a Ewûstûryayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Creîl a Fransayê li Sûka Creîlê girseya kom bû, belavok xwendin û belavkirin. Di çalakiyê de posterê Leyla Guven a di grevê de ye hildan û li pêşiya Gara Creîlê bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anî.

BELLÎZONA

Li bajarê Bellîzona ya Swîsreyê jî çalakiyeke bêdeng hate kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hate hildan, ciwanan çalakiyek bêdeng pêk anîn. Ciwanan belavok belavkirin û çalakiya xwe bi qasî saetekê domandin.

ÎNNSBRUCK

Li bajarê Înnsbrûck ê girêdayî eyaleta Tîrol a Ewûstûryayê jî jibo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê koneke yê agahdarkirinê hate danîn.

Konê li ser Rêya Marîa-Theresîenê hatiye danîn, bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Înnsbrûckê ve hate pêkanîn. Di çalakiyê de li ser daxwazên berxwedêrên di grevê de belavok hatin belavkirin.