Artêşa Tirk a dagirker li qada Deriyê Cebraîl a li derdora Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dar birî, qad şewitand û niha jî kalekoleke nû çêdike.
Şewata li qada Deriyê Cebraîl ji ber bombardûmana ji baregeha leşkerî rû da, mezin dibe.
Bi rêya cerdevanên ji Qilabanê û bajarokê Şenobayê, li heman herêmê dar hatin birîn.
Şewat dewam dike û di heman demê de li qada Deriyê Mazî yê li Çiyayê Cûdî kalekoleke nû tê çêkirin. Her wiha ji bo berfirehkirina qadên dagirkirî ‘rêya ewlekariyê’ jî tê çêkirin û gelek dar hatine birîn.