Ji gelên xwecihî Raonî Metûktîre ku smebola parêzvanên daristanên Amazonê ye, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî giliyê Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro kir.
Roanî Bolsonaro sûcdar dike ku zilmê dike, qadên xwezayî yên gelê xwecihî tune dike û bi vî rengî wan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dihêle.
Roanî ku ji gelê Kayapo ye, diyar ki rku ji Çileya 2019’an dema destpêkirina desthilatdariya Bolsonaro û vir ve tunekirina daristanên Amazonê bi rêjeya ji sedî 34.5 zêde bûye, komkujiya li dijî lîderên gelê xwecihî gihîştiye asta herî bilind a 11 salên dawî û gef li rêxistinên ekolojîk tê xwarin.
Di gilînameyê de her wiha hate ragihandin ku rewş salên dawî gelekî metirsîdar bûye û hate destnîşankirin ku ev yek polîtîkayeke dewletê ye. Li gorî gilînameyê, piştî ku Bolsonaro bû desthilatdar ev polîtîka bêhtir metirsîdar bû û desthilatdarî ji bo dewlemendiya daristanên Amazonê tune bike hewl dide astengiyên li pêşiya xwe hemûyan ji holê rake.
Ne tenê giliyê serokdewletê Brezîlyayê hate kirin, her wiha giliyê wezîran hemûyan jî hate kirin.
Serlêdana ku li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî hate kirin ji 50 rûpelî pêk tê. Serlêdan ji aliyê parêzerê Fransayî Wîllîam Boûrdan ve hate amadekirin. Di serlêdanê de giliyê bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl ên xwecihî û navneteweyî, saziyên navneteweyî û zanyarê pisporên avhewayê hene.