Bi çalakiyên cuda yên li Danîmarka, Îtalya û Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hateşermezarkirin. Li Îtalyayê jî Heva Sor a Kurdistan-Îtalya ji bo alîkariyê rêze civîn kir.
DANÎMARKA
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li ser banga Meclîsa Jinan a Sêvê û Koma Rojava Allîance Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku êrîş û faşîzma dewleta Tirk bê rawestandin.
ÎTALYA
Li bajarê Mîlano û Lîvorno yên Îtalyayê jî Kurdistanî ji bo xwedîdarketina li berxwedana Rojava û protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê li qadan bû. Dîsa li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê Heva Sor a Kurdistan-Îtalya di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de gelek çalakî kirin. Heyva Sor a Kurdisan-Îtalya ji bo çêkirina pirekê bi alîkarê serokê şaredariya Pîsa Rafaella Baonsangûe re civînek kir û hate gotin ku tişat ji destê an bê wê bikin.
FRANSA
Li bajarê Chambery a Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya avahiya walîtiyê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Komên Femînîstên Fransa, komînîst, NAP û entarnasyonalîst jî piştevanî dan çalakiyê. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk agahî hatin parvekirin.

