OCHA li Hartûmê daxuyaniyeke niviskî da û got ,”Heftiya bihurî hin rûdan çêbûn, gund û mala şewitîn, ziyan hate ser cihê bazarê û dikanan.”
Li gorî OCHA’yê Şemiyê derdora 500 kesê çekdar êrîş bire ser gundê Masterî, ku 48 km dûrî navenda rêveberiya eyaleta Darfûra Rojava El Cuneyna ye. Hate gotin di êrîşan de ji civaka Masalît 60 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin gelek cihê bazaran û xanî yên li bakur, başûr û rojhilatê gund hatine şewitandin û talankirin.
.