Sê gerîlayên ku li Geverê di meha Tîrmehê de şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Li Komeleya Çanda Kurd a Darmstadtê, gerîlayên HPG’ê Ahmet Cîzre (Îsa Eren), Çekdar Zîlan (Firat Erîşen) û Simko Zerdeştî (Mahîr Edîş) ên 19’ê Tîrmeha 2020’an li Geverê şehîd bûn, hatin bîranîn.
Di wî şerî de serpelek, çawişekî pispor jî di nav de 12 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.
Nûnerê KOMAW’ê li civînê axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li şehîdan. Qiseker ji bo 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê banga tevlîbûnê kir.
Di civîna roja Şemiyê de xizmên şehîdan jî axivîn. Metka gerîla Îsa Eren diyar kir, “Hevalê Îsa ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e.” Birayê Eren jî ji bo xwedîderketina li şehîdan bang li gelê Kurd kir.
Bavê Çekdar Zîlan jî nameyek şand. Di nameyê de got, “Divê mirov bibin xwedî seknekê ku li têkoşîna wan bê (…) Bêdengî, xwevegirtin, tirs, teslîmbûn, bikaranîna mîrateya wan xiyaneta li şehîdan e.”
Di civîna bîranînê de sînevîzyonek hate nîşandan.