Li Den Haag a Hollandayê, li ber Dîwana Edaletê ya Lahey bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û daxwaza azadiya wî kirin. Her wiha di çalakiyê de xwedî li grevên birçîbûnê derketin yên ku li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirinan hatiye destpêkirin.

Di çalakiyê de raportê berê yê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) û Parlementer Katî Pîrî axivîn.

Pîrî got ku ew li gel siyasetmedar û Kurdan e yên li dijî înkar û tecrîda li zindanan tê pêkanîn li ber xwe didin.

Pîrî bal kişand ku li Hollandayê bê eleqeyek li beramberî têkoşîna bi maf a Kurdan heye û diyar kirin ku girîngiyek mezin a van çalakiyên tên kirin heye.

Her wiha Pîrî destnîşan kir ku li Hollanda û PE’yê ji bo têkoşîna demokrasiyê ya bi maf a Kurdan çi ji destê wî were wê bike û got, “Wê roja Dûşemê ji PE’yê nameyek ji bo Selahattîn Demirtaş bişînin ji bo Tirkiyeyê. Wê di nameyê de ji Tirkiyeyê were xwestin ku tavilê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bîne.”

Pîrî diyar kir ku komên di PE’yê de jî piştgirî dane nameyê û banga hestiyariyê ya li dijî grevên birçîbûnê li Hollandayê kir.

Çalakî piştî axaftinên Pîrî bi xwendina belavok û berzkirina dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.