Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê dane Radyo Dengê Welat, çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan ku ji sekinandina Pêngava Bagera Cizîrê û tozê sûdê bigirin û êrîşên bargehên şervanên QSD‘ê bikin, di vê çarçoveyê de vê sibehê êrîşên dijber birin ser navendên QSD‘ê yên li bakur û bakurê rojavayê bajarokê Hecînê.
Çavkaniy ragihand, çeteyên DAIŞ‘ê di êrîşê de erebeyên bombebarkirin û erbeyên doçka li ser bi karanîn û diyar kirin ku di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ‘ê şer bi saetan heya ber êvarî berdewam kir.
Heman çavkaniyî diyar kir ku şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyan têk birin, di encamê de erebeyeke bombebarkirî û yek doçka li ser teqandin, her bi kêmanî 31 çete kuştin û êrîşkarên din jî reviyan.