Li bajarokên Derbendîxan û Seyîdsadiq biryara Amerîka ya li hemberî her sê şoreşgerên Kurd, çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku divê dijmin baş bizane komploya li hemberî şoreşgerên Kurd û gelê Kurd nagihe armanca xwe.

Nerazîbunên li hemberî biryara Amerîka ya li ser her sê şoreşgerên Kurd her ku diçe mezin dibe. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê biryarê şermezar dikin û li hemberî biryarê çalakiyan li dardixin.

Bi vê boneyê îro li  bajarokên Derbendîxan û Seyîdsadiq yên ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, çalakiyek li dijî biryarê hat li darxstin.

Di çalakiya li Derbendîxan de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Azadî ji aliyê Taha Caf ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan, kesayet û rêxistinên civaka sivîl, bersivek tund li hemberî vê biryara dagirkerane bidin. Ev biryara Amerîka ya li hemberî PKK û KCK’ê bi awayek raste rast xizmeta DAIŞ dike. Pêwîste Amerîka di demek nêz de li ser vê biryarê daxuyaniyek bide û peşîmaniya xwe bîne ziman.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Em şoreşgerên xwe na firoşin’, ‘Qatîl Erdogan, terorîst erdogan’ bi dawî bû.

Bi heman armancê li li bajarokê Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve li dijî biryara Amerîka ya ser her sê şoreşgerên Kurd çalakiyek li ser pira nava bazarê hat li darxistin. Di çalakiyê de endama Tevgera Azadî Tanya Kerîm daxuyaniyek nivîskî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin di dîrokê de her tim dewletên dagirker li ser gelê Kurd kompoyê dane meşandin,  dixwazin bi heman komploya li dijî Rêber Ocalan hatî kirin, li hemberî her sê şoreşgerên gelê Kurd jî bê meşandin.

Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ya ku cihê kêfxweşiyê ewe ku niha gelê Kurd ji van komployane agadar bûne û hişyar bûne. Lê mixabin li hemberî vê hêjî xetek ya xiyanetê li ser kare û bi dagirkeran re dinava hemahengiyekê dene. Divê gelê Kurd li hemberî xeta îxanetê bêdeng nemînin.”

Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Şarezur, Soran Hesen jî axivî û got: “Bila gelê Kurd baş bizene wê ev komplo negihi armanca xwe, ji ber ku em niha dibînin hemû gelê Kurd li hemberî vê biryarê derketine û li ser linganin. Divê dijmin baş bizane, dema xwe tewandinê ya gelê Kurd derbaz bûye û êdî gelê Kurd serê xwe li hemberî ti kesê natewîne.”

Çalakî bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bi dawî bû.