Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Bakurê Sûriyeyê hildan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina biryara Amerîkayê li dijî her sê pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê, li dijî dagirkeriyê û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Meş li Qada Şehîdan a navenda bajarê Dêrikê veguherî mitîngê.
Di mitîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker xak û nirxên wan binpê dike, hewl dide destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin têk bibin. Ebîd diyar kir ku ew tu carî derfet nadin tu kesî ku destên xwe dirêjî xaka wan bikin û biryara wan heta dawiyê berxwedan e.
Ebîd got biryara Amerîkayê li dijî her sê pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê berdewama komployên li dijî gelê Kurd e. Ebîd diyar kir ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkaniya hemû gelên azadîxwaz e da ku banga azadiya wî bikin û li dijî dewletên dagirker û fikrên wan ên dagirkeriyê bisekinin û wiha anî ziman: “Hemû dewletên desthilatdar dixwazin bazirganiyê li ser xwîna gelê me bikin da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.”
Ebîd tekez kir ku divê asta têkoşînê û berxwedanê bilind bibe da ku azadiya xwe bi dest bixin. Ebîd di dawiyê de got sembolên azadiya gelê Kurd xetên sor in, tu carî nayê qebûlkirin ku tu kesê nêzî wan bibe û diyar kir ku her sê pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê di dilê gelê Kurd û gelê azadîxwaz de dijîn.
Mitîng bi dirûşmeyên israrkirina berxwedanê bi dawî bû.