Nerazîbunên li hemberî biryara Amerîka ya li dijî sê şoreşgerên Kurd her ku diçe zêde dibe. Bi vê boneyê îro komek kesayet û nûnerên rêxistinên parêzgeha Dihokê çalakiyek li darxistin.

Di çalakiyê de berpirsyarê rêxistina PAO Bedel Berwarî daxuyaniyek nivîskî xwend û got: “Piştî ruxîna rejîma Sedam sala 2003’an, herkes li bendê bun ku êdî hemu rejîmên di sedeya 20’an de zilm û zoriyê li gelê xwe kirîn biruxin. Herwiha piştî êrîşên çeteyên DAIŞ û tevlibûna xwîna pêşmerge û şervanan bi xwîna leşkerên Amerîka û hepvyemana navnetewî re, dihat payîn ku êdî ew zilma 100 salan li dijî Kurdan dihat kirin bi dawî bibe û statuyekî demokrasiyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê were dayîn.

Lê mixabin Wezareta Derve ya Amerîka di serê vê mehê de biryarek li dijî pêşeng û têkoşerên Kurdan li darxist. Biryara Amerîka li dijî hemû diruşmeyên ku Amerîka behsa mafê mirovan dikeye. Herwiha ev biryar li dijî hemu binemayên navnetewiye.

Amerîka dixwaze şoreşa rizgarîxwaz ya Kurdan bi temamî ji nav bibe û dixwaze 40 milyon Kurdên ku dixwazin li ser xaka xwe bijîn bê parastin, sîstem û bê hez bike. Em bi tundî vê biryarê şermezar dikin, ev biryar xizmeta berjewendiyê Amerîka û demokrasiyê jî nake.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev komplo jî berdewamiya komploya sala 1999’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî kirine û daxuyanî wiha bi dawî bû: “KCK û PKK’ê di têkoşîna xwe ya 40 salî de ti çalakiyek li dijî Amerîka û Rojava nekiriye. Ev şoreş daxwaza welatek azad dike û xwediyê sîstema konfederal a demokratîk  ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîne. Bila Amerîka û cîhan bizane ku emê li hemberî vê biryarê rawestin û ev metirsiyek mezine li ser hemû kesayetên azadîxwaz.”