Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku îşev bi çend fuzeyan baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate hedefgirtin û bi rêya sîstema parastinê fuze hatine pûçkirin.
Li gorî medya Iraqê, ji gundê Bestamiye ku 25 kîlometreyan dikeve rojavayê navçeya Hîtê fuze hatine avêtin û tu ziyan çênebûne.
Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e li dijî baregehên leşkerî êrîş pêk tên.
Baregeha Eyn Esed dikeve parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê. Hêzên Amerîka lê dimînin. Di roja 19’ê Kanûna 2021’an de Wezareta Parastina Iraqê ragihand ku di çarçoveya vekişînê de koalîsyonê alavên li baregehê radestî Artêşa Iraqê kirine.